Li Başûrê Kurdistanê anketa serxwebûnê

Li Başûrê Kurdistanê pirayiya welatiyan serxwebûnê dixwazin.

Encamên anketa ji aliyê Zanîgeha Amerîka ya li Kurdistanê hatibû çêkirin, hatin diyarkirin.

Li gorî encamên anketê nîsbeteke mezin ya welatiyên Kurdistanê serxwebûna Kurdistanê dixwazin. Anket li Hewlêr, silêmaniye, Duhok û Helebçeyê pêk hat.

Li gora agahiyên Zanîngehê li Hewlêrê 1526, li Silêymaniyeyê 1422 li Helebçeyê 141 û li Dihokê jî 1114 welatî beşdarî anketê bûn. Di encamê de li Hewlêrê  % 86,9, li silêmaniyeyê % 87, li Dihokê %97,5 di zikhev de jî %82,3 yên welatiyan ji bo serxwebûnê ne.

Li gora encama anketê herweha %66ê welatiyan jî di wê baweriyê de ne ku niha şert û merc ji bo îlankirina serxwebûnê ne misaîd in.

Rêjeya welatiyên ku dibêjin ew dê beşdarî referandûmê bibin jî %83,1 e.

Çavkanî:Rûdaw

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin