Li balafirgeha Stenbolê teqîn 28 mirî, 60 birîndar

Li balafirgeha Stenbolê teqîn 28 mirî, 60 birîndar

Li balafirgeha Stenbolê ya navnetweyan, teqîn, 28 kes mirin, dora 60 kesî jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên şahidan, vê êvarê demjimêr dora 23:00yan sê kesên çekdar hatin balafirgeha Ataturkê beşa seferên navneteweyan û van kesan pêşiyê bi kelşkofan li ser sivîlan reşandiye û piştî polîsan midaxale kiriye, bombeyên li ser xwe teqandine.

Waliyê Stenbolê Vasip Şahin, piştî bûyerê li balafirgehê civîneke çapemeniyê çêkir û got, heta niha di encama gulebaran û teqînan de 28 kes mirine û dora 60 kesî jî birîndar bûne. Şahîn got, lêpirsîna derheq bûyerê de dom dike û ew nikare bibêje bê qisas kî ne û ji ku hatine.

Hejayî gotinê ye ki Konseya Ragihandinê ya bilind, RTUKê biraya qedexeya belavkirina nûçeyên derbarê bûyerê de girtiye û agahiyên tekûz naghêjin medyayê.

Tirs ev e ku hijmara mirî û birîndara bilind bibe.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin