'Li balafirgeha Stenbolê 36 ziman û 80 zarav hene, lê Kurdî tune çima?'

Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş, dîyar kir ku li Balafirgeha Stenbolê 36 ziman û 80 zarava hene, lê di nava xizmetê wegerê de Kurdî tune ye. Beştaş, mijara tunebûna Kurdî bir rojeva meclîsê.

Navenda Nûçeyan Parlamentera Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê Meral Danış Beştaş, ji ber ku bi Balafirgeha Stenbolê 36 ziman û 80 zarava hene û Kurdî tune, mijar bir rojeva meclîsê û xwest sedema tunebûna Kurdî fêr bibin. Beştaş, ji bo Wezîrê Binesazî û Ragihandinê yê Tirkîyeyê Mehmet Cahit Turhan bi nivîskî bibersivîne pirsname da meclîsê. Beştaş, anî ziman ku di balafiran û maşîneyên din ên komî de li gel Tirkî zimanên din ên wekî Erebî, Îngîlîzî û zimanên din jî hene, lê Kurdî tune û xizmeta Kurdî nayê kirin. Beştaş anî ziman ku ev pêkanîn ji bo hemû kesên zimanê wan ê zikmakî pêdivîyek giring e û wiha got: "Di ekrana tabelayê de 36 ziman û 80 zarav hene. Rêwî kijan zimanî bixwaze bi mikrofona li vir bang dike û li gorî wê şewirmend dixwaze. Lê bi kurdî tune ye." 

 

Beştaş, da zanîn ku bi zimanê Çinî, Japonî, Koreyî, Tayî, Teluguyî, Tamilî, Hintî, Endenozyî, Vietnamî, Malayî, Îtalyanî, Almanî, Portekizî, Katalanî, Felemenkî, Danî, Norveçî, Swêdî,, Finî, Rusî, Kazakî, Çekî, Lehî, Macarî, Slovakî, Hirvatî, Bulgarî, Rumenî, Eribî, Îbranikî, Slovenî Urduyî heye lê bi Kurdî tune ye. Beştaş, da zanîn ku nêzî 20 milyon Kurd li vî welatî dijîn û xizmeta cemawerîyê li pêş zimanê Kurdî asteng e." 

 

Beştaş, ji bo wezîr Turhan bibersivîne ev pirs pirsîn: 

 

“* Di qad û cihên ragihandina komî de çima Tirkî, Îngîlîzî heye. lê çima Kurdî tune ye? 

 

* Di bangên li Balafir û balafirgehê de çima bi Kurdî bang nayê kirin. Çima xizmeta wergera Kurdî nayê kirin?" 

 

* Li Balafirgeha Stenbolê pergala wergera 36 ziman û 80 zaravayî heye, lê çima Kurdî tune ye? 

 

* Kurd çima rastî cudakarîyê tên? 

 

* Wergera bi Urdukî ji wergera Kurdî bêtir elzem e gelo? 

 

* Kurd ma me welatîyê vî welatî ne? " 

 

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da