Cano Amedî
Xuyaye li bakurê Kurdistanê ew alîyên bi aqlê dagirkeran tevdigerin rol û girîngîya têkoşîna Pêşawa Qazî Mihemed fam nekirine an jî naxwazin têbigihîjin. Pêşawa Qazî yekem serok komarê Kurdistanê ye. Navê Komarê jî Kurdistan e. Qazî Mihemed û hevalên wî weke miletên din mafê miletê Kurd daxwaz kirine û ji bo wê armancê têkoşînek meşandine. Di heman deman de bi kêm netew, pêkhatîyên heremê û miletên cîran re têkilîyên germ domandine.
Divê miletê kurd, alîyên sîyasî derbarê dîroka xwe de xwedî zanîn bin. Ji bûyer û pêvajoyên qewimîne dersan vebigirin û bi hişmendîya miletbûnê, bi hişmendîya neteweyî tevbigerin. Divê em baş bizanibin ku Pêşawa Qazî û hevalên xwe di dadgeha dewleta Îranê de çewa tevgerîyane û paraznameyek çewa kirîye/kirine di rûpelên dîrokê de û di arşîva dewleta Îranê cîh girtîye. Ger hûn ji xwe bawer bin û xwedî vînek azad bin, ka binhêrin Pêşawa Qazî di dadgehê de çewa tevgerîya? Li hemberî sêdarê, li hemberî celadên hov çewa helwest girtîye? Xuyaye we WESÎYETNAMEYA PÊŞAWA QAZÎ nexwendîye! Ez dizanim, gelek kes ji xwendin û lêkolînê, je rexne û fikrên azad ditirsin, lê dîsa jî weke kurte nivîs ez dixwazim derbarê wesîyetnama Pêşawa Qazî de çend xalan parve bikim.
Wesîyetnama Qazî Mihemed weke ronahîya Derya weke navnîşana dîyarkirina reşayîyê ye. Rê nîşan dide, şîret û rastîyan parve dike. Ez hêvî dikim ew kesên vê nivîsê bixwîne bi baldêrî li vîdeoya jêr temaşe bike. Binhêrin mormorî bi çi fedekarî, bi çi şêweyên rêxistin bûnê û bi kîjan hişmendîya giştî ji bo berjewendîyên xwe yên giştî tevdigerin. https://www.instagram.com/reel/DWQz-kXDdCO/?igsh=MW1jN3FuYnlodGRqdQ==
Ka binêrin û bibînin û li gorî wê hişmendîyê naveroka wesîyetnamê şîrove bikin. Ji kerema xwe berçavkên grûbî, hîzbî, partîtî û îdeolojî deynin alîyekî û bi berçavkên kurdewarî bixwînin û tevbigerin. Kermkin em bi hevra bixwînin:
Belê, Pêşewa Qazî berîya derkeve ber sêdarê, bi wesîyetnama xwe bangî miletê Kurd dike û ewha dibêje:
“Gelê min ê hêja, birayên min ên Kurd!
Ez di vê kêliya dawî ya jiyana xwe de, weke pêşewayê we, şîretên xwe pêşkêşî we dikim. Hêvîdar im hûn bi van gotinan re rast tevbigerin û şeref û rûmeta xwe biparêzin.
Pêşawa Qazî di wesîyetnama xwe bal dikşîne ser mijara Yekîtî û Têkoşînê:
“Herî pêşî, ez ji we daxwaz dikim ku hûn dev ji dubendiyê berdin. Heta ku hûn nebin yek, hûn ê tu carî negihîjin azadiya xwe. Dijminê we ji yekîtiya we ditirse, lewra hewl dide ku di navbera we de fitneyê derxe. Hişyar bin, nekevin van lîstikan.
Pêşawa Qazî bi taybetî bal dikşîne ser girîngîya Perwerde û Zanistîyê :
“Çeka herî mezin a serketinê zanist û perwerde ye. Zarokên xwe, keç û kurên xwe bişînin dibistanan. Kurdê xwende, Kurdê azad e.
Pêşewa Qazî girîngîya hişmendîya neteweyî û welatparêzîyê bi wan hevokan radixe ber çavan: “Welatê xwe ji canê xwe zêdetir hez bikin. Li ser xaka xwe, li zimanê xwe û li çanda xwe xwedî derkevin. Ger hûn xwe nas nekin, kesên din dê we tune bihesibînin.
Pêşewa Qazî ji bo serketin û desthilatdarîyek mayînde bal dikşîne ser xalên girîng û dibêje: “Qet nekevin rêya xiyanetê. Xiyanetkirin li hemberî milet, şermezariya herî mezin e. Bila çavên we li ser dewlemendiya kesên din nebe, ya ku we bi ser bixe, keda destê we û hevgirtina we ye.
Pêşawa Qazî bi peyam û gotinên xwe yên dawîyê ronahîya paşerojê, rêgeha serkeftinê û navnîşana benderên azadîyê bi van gotinan îfade dike: “Ez di vê rêyê de canê xwe feda dikim û ez bi vê yekê şanaz im. Bila mirina min bibe destpêka hişyarbûna we. Tu carî dest ji têkoşîna ji bo mafên xwe bernedin.
Ez bi baweriyeke tam dibêjim ku siberoj a Kurdan e. Ez bi vê hêviyê çavên xwe digirim.”
Pêşawa Qazî Mihemed di wesiyetnameya xwe de ji bo miletê Kurd nexşerêyek jiyanê û gelek peyamên girîng û dîrokî rêz kirîye. Miletê kurd di heman deman de têkoşînek dijwar û berdewam meşandîye. Pêlên kefxweşî û xemgînîyê weke demsalên zivistanê û biharê di kûrahîya dîroka me de cîh girtîye. Her roj, her meh ji bo miletê Kurd weke arşîvek dewlemend e! Ev arşîv bi salvegera bûyerên girîng, bi trajedi û travmayên giran şopa têkoşînek dijwar nîşanî me dide. Ala têkoşînê weke sembola berxwedanê herdem di nav nifşan de dest guhertîye. Îro jî, miletê Kurd di wê berbangê de ye! Ji bo wî jî pêwîst e, erk e, û ferz e, ku em ji dîroka xwe, ji ezmûn û têkoşîna pêşengên doza neteweyî sûd bigirin, li gorî wan ders û tecrûban tevbigerin, têbikoşin… Cardin em di şexsê Pêşawa Qazî Mihemed û hevalên wî de hemû şehîdên doza Kurdistanê bi rêzdarî bibîr tînîn. Têkoşîna wan wê her tim rîya me ronî bike…