Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) ragihand ku sala 2025an li Bakurê Kurdistanê herî kêm 2 hezar û 671 binpêkirinên mafên mirovan hatine tomarkirin.
Şaxa Komelaya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê doh encamên "Rapora Binpêkirinên Mafên Mirovan a Sala 2025an a Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê" bi civîneke çapemeniyê eşkere kirin.
Ev rapor bi taybetî li ser parêzgehên Bakurê Kurdistanê hatiye amadekirin.
Serokê Şaxa ÎHDyê ya Amedê Ercan Yilmaz diyar kir ku ev amar li ser bingeha serlêdanên welatiyan û xebatên çavdêriyê hatine amadekirin.
'Binpêkirin bûne sîstematîk'
Ercan Yilmaz ragihand ku binpêkirinên li Bakurê Kurdistanê êdî ji bûyerên asayî derketine û got:
“Tê dîtin ku binpêkirinên mafan di hinek qadên diyarkirî de zêde bûne, didomin û êdî nasnameyeke sîstematîk girtine.
Polîtîkayên ewlehîparêz û zimanê cihêkar zextên li ser xelkê herêmê zêdetir kirine.”
Di raporê de hat destnîşankirin ku binpêkirinên li dijî "mafê jiyanê" bi şêweyên cuda didomin.
Îdiayên înfazên bêdaraz, mirinên li girtîgehan û zêdebûna mirinên bi guman ji sernavên sereke yên raporê ne.
Her wiha hat diyarkirin ku sala 2025an îdiayên şkence û miameleya xerab a li navendên polîsan û girtîgehan hîn jî didomin.
Li gorî amarên raporê, sala 2025an li bajarên Bakurê Kurdistanê herî kêm 588 kes hatine desteserkirin û ji van kesan herî kêm 81 kes hatine girtin.
Her wiha hejmareke zêde serdegirtinên malan çêbûne û pêvajoyên darizandinê di hinek rewşan de wekî "amûreke cezakirinê" hatine bikaranîn.
Azadiya raman û zimanê Kurdî
ÎHDyê di rapora xwe de cih da astengkirina azadiya raman û xwenîşandanan jî.
Hat gotin ku meş û xwenîşandan bi biryarên îdarî tên qedexekirin.
Lêpirsînên li dijî siyasetmedar, parêzvanên mafan û rojnamegeran jî didomin.
ÎHDyê her wiha tekez kir ku binpêkirinên li dijî bikaranîna zimanê Kurdî di qada giştî de berdewam kirine.
Di beşeke din a raporê de hat gotin ku sala 2025an binpêkirinên li girtîgehan jî zêde bûne.
Veguhastina girtiyan a li dijî daxwaza wan, astengkirina mafê tenduristiyê, qedexeyên li ser pêwendî û çalakiyên civakî wekî pirsgirêkên sereke hatine rêzkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku bi pergalên nû yên girtîgehan re sepandina "tecrîd û îzolekirinê" berfireh bûye.
Tundiya li dijî jinan
Di raporê de hat ragihandin ku tundiya li dijî jinan û kuştina jinan sala 2025an jî domandiye.
Her wiha îstismarkirina zarokan wekî pirsgirêkeke civakî ya kûr hat pênasekirin û hat gotin ku polîtîkayên parastinê yên dewletê di vê mijarê de lawaz in.
Ercan Yilmaz di dawiya daxuyaniya xwe de eşkere kir ku sala borî li Bakurê Kurdistanê herî kêm 2 hezar û 671 binpêkirinên mafan hatine tomarkirin.
Yilmaz bangî rayedaran kir ku ji bo çareserkirina van pirsgirêkan gavên hiqûqî û demokratîk werin avêtin.