Li Bakur şîna Mam Celal

Li Amed, Batman, Wan, Mûş, Îzmîr û Îstenbolê ji bo Celal Talabanî tazîye hatiye danîn.

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê li ser şîna Mam Celal li bakurê Kurdistanê daxuyanîyek belav kir. Li gor daxuyanîyê li Amed, Batman, Wan, Mûş, Îzmîr û Îstenbolê ji bo Celal Talabanî tazîye hatiye danîn.

Li Batman, Wan, Mûş û Îstenbolê roja 08.10.2017an ji alîyê PAKê ve şîna rêzdar Mam Celal hate danîn.

Li Amedê roja 08.10.2017an, li Mala Taziyeyê ya Batikentê ji alîyê Hereketa Azadî, PAK, PDK-Bakur, PDKT, ÖSP, PSKyê ve şîna rêzdar Mam Celal hate danîn.  

Li Teşkîlata PSKyê ya Îzmirê, roja 08.10.2017an ji alîyê PAK, PDK-Bakur, PSKyê ve şîna rêzdar Mam Celal hate danîn.

Di tazîyeyan de di derbarê jiyan, têkoşîn û xebata rêzdar Mam Celal axaftin hatin kirin, helbest hatin xwendin, sinevîzyon hatin nîşandan.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin