Li bajarê Efrînê bombeyek bi otomobîlekê de teqiya

.

Li bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê teqînekê rû da û li gor zanyariyên destpêkê, ti ziyanên canî nebûne.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, îro danê sibê li taxa Mehmûdiyê ya bajarê Efrînê bomeyeke vedayî bi otomobîlekê de teqiya.

Li gor zanyariyên wî jêderî, di encama teqînê de ti ziyanên canî nebûne û ziyan tenê madî bûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, car caran teqîn rû didin û di encamê de jî welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye