Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê

Nûnerên olên Rojavayê Kurdistanê tekezî li ser programeke hevbeş kirin û ragihandin, êdî ew ji niha û pê de

Li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, ji ber şerê DAIŞê û tûndrewiya nûnerên olan ên Rojavayê Kurdistanê li hev civiyan û dîdarekê lidar xistin.

Di dîdarê de, Olên Rojavayê Kurdistanê nûnerên misilman, mesîhî û êzidî beşdar bûn.

Nûnerên olên Rojavayê Kurdistanê tekezî li ser programeke hevbeş kirin û ragihandin, êdî ew ji niha û pê de giringiyê bi xort û zarokan bidin, ji bo ku bandora tûndrewiyê li ser nifşê nû çênebe û civaka Rojavayê Kurdistanê hertim dûrî tûndrewiya olî be.

Dîdara Olan îro li Amûdê bi dawî hat û DAIŞ û ramanên tûndrew ên wê komê, beşekî sereke ji dîdarê bû.

Dîdara olan li Rojavayê Kurdistanê, di demekê de birêve diçe, ku gelek komên îslamî yên radîkal li Sûriyê çêbûne û olê weke sloganên şer bikar tînin, lê Rojavayê Kurdistanê û civaka kurdî bi giştî, ji van sloganan dûr e û hemû pêkhateyên olî, bi aştî û rêzgirtnê

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin