Li Babilê sê teqîn di binkeyên Heşdî Şeibî de pêkhatin: 9 kuştî û 10 birîndar

.

Li sînorê parêzgeha Babil a başûrê Bexdayê sê teqîn di binkeyên milîsên Heşdî Şeibî de pêkhatin.

Teqîn şeva borî 18.01.2021ê derengê şevê li navçeya Curful Sexir a li bakurê Babilê di binkeyên Heşdî Şeibî de pêkhatin.

Çapemeniya nêzîk Heşdî Şeibî behs dikin ku teqîn di encama bombebarana esmanî ya balefirên bê balefirvan ên Amerîkayê bo ser binkeyên wan de pêkhatine.

Li gor zanyariyên çapemeniyê ji ber teqînê 9 çekdarên Heşdî Şeibî hatine kuştin û 10 çekdarên wan jî birîndar bûne.

Îro 19.01.2021ê fermandariya navendî ya artêşa Amerîkayê red kir ku ti zanyariyekî wan derbarê wê bombebarana esmanî de hebe.  

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye