Li Amerîkayê endamekî berê yê YPGê hat girtin

.

Serbazekî berê yê Amerîkî, ku demek di nav hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de cih girtiye, duh ji aliyê Serdozgeriya Florida ve hat desteserkirin, li ser sedema desteserkirina wî hatiye diyarkirin ku hewl daye xwepêşandaneke çekdarî li dijî xwepêşanderên alîgirên Trump pêk bîne.

Li gor daxuyaniya Wezareta Dadê ya Amerîkayê, Daniel Baker hewl daye bi rêya medyaya civakî xelkê razî bike ku li avahiya Kapîtol a Floridayê, xwepêşanderên alîgirên Trump dorpêç bikin.

FBI li dijî Daniel Baker doz vekiriye û weke belgeyek parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî yên Facebook, Instagram û Youtube li dijî wî bi kar anîne û diyar kiriye: “Parvekirinên wî nîşan didin ku ew li ser xwepêşandana li Tallahassee (paytexta Florida), gefeke rasterast e.”

Rojnameya Tallahassee îro di raporteke xwe de dibêje: “Roja pêncşemê, Daniel Baker bi rêya Facebookê daxwaz kiriye ku xelk li dijî xwepêşanderan şer bikin.”

Daniel Baker niha li Tallahassee hatiye desteserkirin û bi gef û revandinê tê tohmetbarkirin, eger ev tohmet werin îsbatkirin, 5 sal cezayê zindanê û 250 hezar dolar cezayê darayî dê lê were birîn.

Li gor doza FBI a li dijî Daniel Baker, ew di sala 2017an de bûye endamê Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

Herwiha Daniel Baker di lêpirsîna FBI yê de diyar kiriye ku li Akademiya Navdewletî ya YPGê, perwerdeya taktîkên berevaniya serbazî daye endamên akademiyê.

Kurdistan Haberleri

Hunergeha Welat klîpeke nû belav kir: Em Herin G
Sido Sidîq: Çend gotin bo 40 rojîya wefata Yusuf Bozarslan
Mîkaîl Aslan: Çi hesteke xweş e ku em li ser axa xwe azad in! 15 demjimêr berê
Azadiya Çapemeniyê: Tirkiye di rêza 158an de ye
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li Amedê çû seredana PWK, PSK, AKP, DEM Partî û PDK-Tyê