Li Amêdiyê gelek mekteb ji ber bordûmana Tirkiyê hatine girtin

Bordûmanên Tirkiyê bandoreke nerênî dike ser perwerdehiya li Herêma Kurdistanê. Li devera Amêdiyê ya Duhokê gelek mekteb û medrese ji ber bordûmana firokeyên Tirkiyê hatine girtin.

Berpirsê perwerdeya bajarokê Amêdiyê yê Duhokê, Nasir Mihemed da zanîn, firokeyên şer ên Tirkiyê her roj li vê deverê didin, hinek caran gelek nêzîkî gundan didin ji ber wê jî xelkê deverê ditirsin û hinek ji wan jî bar dikin diçin cihê din.

Nasir Mihemed her wiha got, êriş û bordûmana firokeyan bandor li perwerdeya deverê jî kiriye ji ber ku li 8 gundan dergehê mekteban hatiye girtin û şagird ji perwerdê bê par mane.

Li devera Amêdiyê 161 mekteb û medrese hene.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin