Li Amedê teqîn: Kuştî û birîndar hene

Li Amedê di encama teqîna mayînekê de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn.

Li Amedê di encama teqîna mayînekê de 7 kesan cane xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn.

 

Li ser rêya di navbera navçeya Pasûrê ya Amedê û bajarê Mûşê de wesayîta gundiyan pêlî mayînê kir. Di encamê de 7 gundiyan cane xwe  ji dest da û 7 gundî jî bi giranî birîndar bûn.

 

Li gorî agahiyan, di navbera Pasûra Amedê û bajarê Mûşê de gundî ji bo birîna daran çûn daristanê. Di riya daristanê de wesayîta gundiyan pêlî mayînê kir û teqîneke bihêz rû da.

 

Li gor zanyariyan di encama teqîna wê mayînê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî bi giranî birîndar bûn.

 

Walîtiya Amedê jî derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Li gorî daxuyaniya walîtiyê, wesayîta gundiyan pêlî mayîna ku ji aliyê PKK ve hatiye danîn, kiriye.

 

Walîtiya Amedê ragihand ku di teqînê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dane û 10 kes jî bi giranî birîndar bûne.

 

Birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyên navçeyê û bajêr.

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir