Li Amedê şeveke taybet a zimanê dayikê

.

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê pêşwaziyek li dar xist. Di pêşwaziyê de li gel Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin Serra Bucak, hevserokên şaredariyên navçeyan, Serokê Daîreya Çand û Karên Civakî Zeynep Yaş, rêvebirên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK), nivîskar û hunermendên ku di warê Kurdî de xebatan dikin û welatî beşdar bûn.

Hevseroka Şaredariyê Bucak pêşî bi mêvanên beşdarî çalakiyê re sohbet kir û piştre li ser çalakiyên 21ê Sibatê û girîngiya zimanê dayikê axivî. Bucak spasiya xwe ji bo Serokatiya Daîreya Çand û Karên Civakî û Yekîneya Ziman kir û got: "Bernameyeke pir xweş û têr û tije amade kirine. Ez spasiya xwe pêşkêşî wan, endamên meclîsê û şaredariyên navçeyên navendî dikim."

Piştî axaftina Bucak, zimannasê bi nav û deng Mehmet Malmîsanij axivî. Malmîsanij spasiya xwe ji hemû kesên ku di çalakiyê de ked dane re kir û got: "Ji bo Zazakî qadeke berfirehtir pêwîst e. Divê xebatên li ser Zazakî bêtir bên piştgirîkirin."

Piştre, di çarçoveya 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê de "Şewa Kirmancki (Zazakî)" hat lidarxistin.

Di şeva ku bû qada çalakiyên çandî de, helbest, stran û peyamên li ser zimanê dayikê derketin pêş.

Di şevê de Celo Boluz, Derya Cengiz, Eylül Nazlier, Xoser Rayirwan, Wusar, Bedriye Topaç, Ömer Barasi, İdris Yazar û Mem Keleş Çiçek bi helbest û stranên xwe yên bi Zazakî, şeveke bîranîn ji beşdaran re pêşkêş kirin.

Rûpela Nû / Amed

Kurdistan Haberleri

Rapora hikûmetê: Li Herêma Kurdistanê ji sedî 10ê bikarhênerên madeyên hişbir jin in
Hikûmeta Şamê li Serê Kaniyê û Girê Spî sindoq danîne
Koreya Bakur moşekên balîstîk avêtin Deryaya Japonyayê
NATO: Ez ji Trump bawer dikim ku krîza Rûsya-Ukraynayê çareser bike
Îsveçê 150 heb balafirên Gripen difroşe Ûkraynayê