Li Amedê qeza: Kesek mir, 9 kes birîndar bûn

Li Amedê di encama bûyereke hatinûçûnê de, kesekê canê xwe ji dest da û 9 kes birîndar bûn.

Rûdaw

 

Bûyera trafîkê îro derdora danê nîvro, li navçeya Çermûgê ya bi ser Ameda Bakurê Kurdistanê ve rû da.

 

Li gor zanyarîyan welatîyê bi navê Muhammet Bahrîogullari bi kesûkarên xwe ve bi otomobîla xwe diçû bo germava li navçeya Çermûga Amedê û ew otomobîl li nêzî Çermûgê li devera Mahro ji rê derket û wergerîya.

 

Di encama wê bûyerê de li gor zanyarîyan jina bi navê Fahrîye Kaçar a 39 salî ku xwîşka Bahriogullari bû, li cihê bûyerê canê xwe ji dest da.

 

Herwiha di encama wê bûyerê de, 6 jê zarok 9 kes jî birîndar bûn û ew birîndar ji alîyê tîmên hawarçûnê ve bo nexweşxaneyê hatin rakirin.

 

Lê belê li gor zanyarîyan rewşa kurê Bahrîogullari jî ku li nexweşxaneyê tê dermankirin, giran e.

 

Herwiha hat zanîn ku Muhammet Bahrîogullari li navçeya Halîlîye ya bajarê Rihayê, endamê rêveberîya Partîya Saadetê ye.

 

Siyaset Haberleri

Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî
Encûmena Alîkariyê ya Kendavê: Me qet nexwestiye Îran bê şkandin an jî lawazkirin
Dron li tankera Tirkiyeyê ket
Rojhilatê Kurdistanê bi dijwarî hat bombebarankirin