Li Amedê qeza: 2 mirî, 5 birîndar

.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di encama bûyereke hatinûçûnê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 5 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan bûyera trafîkê şeva derbasbûyî, li ser xaçerêya Hal a nû ku ber bi parêzgeha Rihayê ve diçe qewimî.

Otomobîlek bi rêya berevajî ve çû û piştî ku li stûna li kêleka rê ket, derbasî aliyê din ê rê bû û li otomoibîleke din jî da û di encama bûyerê de 2 jê giran 7 kes birîndar bûn.

Hemwelatiyên birîndar ji aliyê tîmên hawarçûnê ve bo nexweşxaneyên derdorê hatin veguhastin, lê tevî hemû hewldanên pizîşkî jî 2 kesên ku birînên wan giran bûn nehatin rizgarkirin û jiyana xwe ji dest dan.

Ji ber bûyerê hejmareke zêde ya hêzên emnî bo wê deverê hatin veguihastin û herwiha piştî ku ew otomobîl hatin rakirin, rê careke din li ber trafîkê hat vekirin.

Wêne: AA

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn