Li Amedê qedexe hat ragihandin

Li 23 taxên bajarokên Lice, Hezro û Karazê yên Ameda Bakurê Kurdistanê, bi hinceta operasyona dijî gerîlayên PKKê qedexeya çûn û hatinê hat ragihandin.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Amedê, li navçeyên çiyayî yên bajarokên Lice, Hezro û Karazê dijî gerîlayên PKKê operasyon tê kirin û ji ber vê yekê jî li 23 taxên wan bajarokan qedexeya çûn û hatinê hatiye ragihandin.

 

Walîtiyê ragihand ku ji saet 06:00ê serê sibehê ve qedexeya çûn û hatinê destpê dike û heta daxuyaniyeke din dê berdewam be.

 

Herwiha daxwaz ji welatiyan kir ku ji bo ewlehiya can û malên xwe pêbendê biryarê bin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin