Li Amedê qedexe hat ragihandin

Li 21 gundên navçeyên Lîce, Pasûr û Farqînê yê Ameda Bakurê Kurdistanê berî operasyon dest pê bikin qedexeya hatin û çûnê hat ragihandin.

Li 21 gundên sêgoşeya Licê, Pasûr û Farqînê  qedexeya çûn û hatinê îro Pêncşemê (13.12.2018) saet 06.00ê destpê kir û heta fermaneke duyem dê berdewam be.

 

Li gor daxuyaniya parêzgeha Amedê ji ber operasyonên leşkerî yên ku li navçeyên Licê, Pasûr û Farqînê dest pê bikin ew qedexe hate ragihandin.

 

Gundên qedexe lê hatine ragihandin ev in:

 

Li gundên Hezmaz, Cofitnê, Beşişt, Gir, Entax, Bamitnê, Sinî û gomên girêdayî wan ên Licê.

 

Li gundên Kamikan, Çirik, Temirankebir, Malamekî, Malbazî, Temransaxir, Godernê, Şavûşan, Kanikan, Barinê, Araşkan, Şerefkan û gomên wan ên Pasûrê.

 

Li gundên Şêlima û Cûmatê û gomên girêdayî wan ên Farqînê.

 

Li gorî daxuyaniyê nabe bi ti awayekî xelkê wan deveran hatin û çûnê bikin.

 

Herwiha hat zanîn ku ku piştî ragihandina qedexeyê li herêmê li tevgera leşkerî dest pê kiriye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin