Li Amedê qedexe

Li 69 gundên herdu navçeyên Licê û Pasûrê yên Amedê qedexeya derketina derve ji ber operasyonan hat ragihandin.

Parêzgariya Amedê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ji ber operasyona dijî gerîlayên PKKê li 69 gund û çolterên bi ser navçeyên Amedê ve derketina derve hatiye qedexekirin.

 

Li gor daxuyaniya parêzgariya Amedê li gundên Licê û Pasûrê ji îşev (25.04.2018) seat 23:00an ve heta fermaneke din qedeya derketina derve hatiye îlankirin.

 

Di daxuyaniya parêzgariya Amedê de herwiha hate diyarkirin ku îro seat 17.38ê li herêma gundê Akçabudak ê ser bi navçeya Licê ve di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de şer derketiye.

 

Hat gotin ku di encama wî şerî de leşkerek hate kuştin û 4 leşkerên din jî birîndar bûne.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin