Li Amedê projeya rêya derdora bajêr gihişt qonaxa dawî 16 demjimêr berê

.

 Li Ameda Bakurê Kurdistanê projeya çêkirina rêya derdora bajêr gîhiştiye qonaxa dawî. Bi temamkirina vê projeyê dê qerebalixiya cadeyên bajar jî kêm bibe û pirsgirêkên hat û çûyînê jî heta astekê bên çareserkirin. Şofêrê barhilgêran jî çaverê ne ku ev rê di zûtirîn dem de bê temamkirin.

Abdulkadir Baran, Şofêr, dibêje, “”Ev rê temam bibe emê ji qerebalixiya nava bajar  rizgar bibin û sotemeniyê jî kêmtir bikar bînin. Bo me çêkirina vê rêyê baş bû.”

Ev proje ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Rê û Cadeyan ya Amedê tê çêkirin û di encama bi dawî kirina vê projeyê de rêya çûyîna nava bajar 6 kîlometre kurt dibe. Şofêrê barhilgêran ku li bendê temam kirina rê ne, dibêjin dê xerciya wan kêmtir bibe.

Mehmet Sonka, Şofêr, dibêje, “Welle baş bû, şûna em biçin nava bajar emê li rêya derdorê biçin. Berê em diçûn nava bajar û jiber qerebalixiyê em gelekî di rawestiyan. Lê niha dê baş be. Rêya me jî kurt dibe  û bi asanî karin hat û çûyînê bikin. Em ji çêkirina vê rêyê dilxweşin.”

Dirêjiya rêyê 29.3 kilometre ye û rêyên parêzgehên Amed-Riha û Amed-Mêrdînê bi hevre girê dide. Heta niha 24.8 kilometre rê  hatiye temam kirinê. Tê çavêrêkirin ku heta dawiya 2021ê proje bi giştî bê temam kirin û rê bi awayekî fermi ji hat û çûyînê re bê vekirin.

Kurdistan Haberleri

Jiyan Omer: Heta sîstemeke nenavendî neyê avakirin, pirsgirêkên Sûriyeyê çareser nabin
Dana Gas û Crescent Petroleumê 2 milyon dolar dan mexdûrên lehiya Çemçemalê
Erdogan: Pêvajoya Aştiyê bi lez pêşve diçe
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parlamentoya Ewropayê nexşerêyekê bo pêşvebirina mafên mirovan amade dikin
Barrack: Heta DAÎS bi temamî têk biçe hêzên Amerîka li Sûriyê dimînin