Li Amedê polîsan didan û milê jinekê şikandin  

.

Li navçeya Rezan a Ameda Bakurê Kurdistanê polîsan didan û milê Kevser Demîr a 55 salî şikandin.

Keça Kevser Demîr ji Rûdawê re ragihand ku 18ê Gulanê polîsan 3 didan û mile dayîka wê şikandin.

Derbarê bûyerê de Keça Kevser Demîr got: “Birayê min bi tiryakê madeyên hişbir e. Polîs hatin li ber mala me xwest birayê min bigirin. Piştî ku polîsan li ber malê li birayê min xistin, diya min xwe avêt ser birayê min û ji polîs xwest ku li wî nexin. Diya min got, ‘eger sûcdar e, wî bibin, lê çima hûn  lêdixîn?’ Polîsan li dayika min jî xistin û didan û milê wê şikandin.”

Keça Kevser Demir herwiha da zanîn ku polîsan bi porê dayika wê re girtine û ew bi erdê ve kaş kiriye.

Kevser Demir serî li Nexweşxaneya Dewletê ya Selahattin Eyyubî da û rapora derbxwarînê wergirt û giliyê polîsan kir.

Hate zanîn ku Kevser Demir, polîsên ku li wê xistine li qereqolê nas kirine û ji bo karûbarên yasayî wekalet da parêzeran.

Ev yek piştî wê yekê tê ku duh Duşemê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê di bernameya televîzyoneke Tirkî de red kiribû hêzên ewlehî yên wî welatî li êşkence li welatiyan kiribe.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê