Li Amedê Ofîsa Perwerdeya Rojnamegerîya Kurdî hat vekirin

.

Şirketa Botan Internationalê digel Rojnamegerên Sînornenas (RSF) li bajarê Amedê ofîsa perwerdekirinê û stûdyoya deng qeydkirinê vekir.

Şirketa Botan Internationalê digel Rojnamegerên Sînornenas (RSF)  li bajarê Amedê ofîsa perwerdekirinê û stûdyoya deng qeydkirinê vekir.

Herdu rêxistinan 28ê Tebaxê di bernameya “şeva vekirinê” de îlan kir ku ofîsa wan dest bi karê xwe kiriye. Nûnerên saziyên sivîl ên li Amedê û rojnameger beşdarî bernameya vekirinê bûne. 

Li gor sîstema perwerdekirinê ya Tirkiyeyê perwerdeya rojnamegerîya kurdî qedexe ye. Botan International bi kargehan perwerdeya rojnamegerîya kurdî dide.

Di kargehê de nûçegihanên ji medyaya navneteweyî wek New York Times, The Guardian, SBS, VOA, AFP, Reuters û ji medyaya wek MA, bianet, Kurdistan24, Jinnews nûçegihanan teknîk û tecrûbeyên xwe bi zimanê kurdî pêşkêş kirin.

Avakarê Botan Internationalê, Murat Bayramî diyar kir ku “Ev gaveka welê ye ku dê di dîroka rojnamegerîya kurdî de cihê xwe bigire. Cara yekem e li Bakur saziyeka perwerdeya rojnamegerîya kurdî vedibe. Ev gaveka derengmayî û heqekê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve binpêkirî ye.”

Di encama van perwerdeyan de Botan Internationalê epirtûka Rojnamegerîya Kurdî ya Dîjîtal amade kir.

http://botaninternational.com/wp-content/uploads/2021/02/book.pdf

Rojnamegerên Sînornenas ew rêxistin e ku navenda wê li Parîsê ye û nenerê wê yê daîmî li Neteweyên Yekbûyî heye.

Çavkanî: Bîanet

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn