Li Amedê mitînga zimanê Kurdî hat astengkirin

.

Tora Çand û Ziman îro li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê xwest ku çalakiyekê ji bo zimanê Kurdî lidar bixe û daxwazê bikin ku bibe zimanê perwerdehiyê, lê polîsan rê neda mitînga wan.

Tora Ziman û Çanda Kurdî di çarçoveya kampanya îmzeyan a bi daxwaza bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê dabû destpêkirin de xwest mitînga dawî ya ziman li Meydana Îstasyonê ya Amedê li dar bixe.

Beriya mitîngê bi dirûşma “Divê em li zimanê xwe xwedî derkevin” hejmareke ji welatiyan û berpirsên çendîn rêxistinên civaka sivîl li kuçeya Hunerê kom bûn û xwestin ku ber bi Meydana Îstasyonê ya Amedê bimeşin, lê polîsan nehişt ku xelk li cihê ku ji bo mitîngê hatibû diyarkirin kom bibe.

Peyamnêrê me da zanîn ku girseya ku ji bo mitînga zimanê Kurdî kom bûye, heta niha li kuçeya Hunerê rawestiyaye û polîsan jî ew dorpêç kirine.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye