“Li Amedê mêran tundkarî li 838 jinan kirîye, sê jin kuştine”

Tevna Têkoşîna li Dijî Tundkarîyê ya Amedê, rapora xwe ya 5 mehan aşkera kirîye. Li gorî raporê di nava 5 mehan de 838 jinan serî li Tevna Tundkarîyê daye.

Navenda Nûçeyan- Tora Têkoşîna li Dijî Tundkarîyê ya Amedê, rapora xwe ya 5 mehan li Komeleya Mafên Mirovan (IHD) a Amedê bi daxuyanîyeke çapemenîyê aşkera kirîye.

Parlamenterên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yên Amedê Remzîye Tosun, Dersîm Dag, endama damezrînera Komeleya Jinan a Rosayê Ayla Akat Ata û gelek jin tevlî daxuyanîyê bûne. Parêzer Oyku Çakmak, endama Tevna Têkoşîna li Dijî Tundkarîyê ya Amedê daxuyanî xwendîye.  

Di raporê de hatîye dîyarkirin ku di nava 5 mehan de 838 jinan serî li Tevna Tundkarîyê daye.

Oykuyê di daxuyanîyê de wiha gotîye: "Di nav 5 mehan de 838 jinan li Amed û navçeyên Amedê serî li sazîyên sivîl dane. Tundkarîya psîkolojîk li 720 jinan, ya laşî li 422 jinan, ya aborîyê li 392 jinan, ya dijîtal li 321 jinan û ya civakî li 198 jinan hatîye kirin.”

“Ji sedî 85ê jinan rastî tundkarîya psîkolojîk tên”

"Mêrên jinan bêhtir tundkarîyê li wan dikin. Ji sedî 85ê jinan rastî tundkarîya psîkolojîk a sîstematîk tên. Her wiha jin hem di nava malê de û hem jî di nava civakê de rastî şîdetê tên."

“Mêran 3 jin kuştine”

 "Istîsmara zayendî li 97 zarokan hatîye kirin ku temenê wan di navbera 15 û 18an de ye. Di nav daneyan de zarokên ku bi zorê hatine zewicandin jî hene. Di hinek qeydên fermî de weke ku bi daxwaza zarokan ev kar bûye hatîye nîşandan Li Amedê di nava 5 mehan de mêran 3 jin kuştine. Her wiha li bajêr bûyerên xwekuştinê jî zêde bûne. Em xwekuştinê jî wekî cînayet dinirxînin. Li gorî me xwekuştin ji hêla civakî û edlî divê bên lêkolînkirin."

"Têkoşîneke hevpar divê bê dayîn"

"Li bajarên Tirkîyeyê jî di nava 5 mehan de 62 serlêdana jinan qebûl kirine. Me alikarî da van jinan jî. Di nav 5 mehan de em mudaxilî gelek dozan jî bûn. Li Tirkîyeyê şîdeta li hemberî jinan, kuştina jinan, zewicandina bi zorê ya zarokan û bûyerên xwekuştinê gelek zêde dibin. Tundkarîya ku di nava civakê de li pêş dikeve herî zêde li ser jinan bi bandor e. Li dijî tundkarîyê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn."

 

Bianet

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê