Li Amedê leşkerek hat kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn

.

 Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di şer û pevçûnekê de leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û 2 jî birîndar bûn. Herwiha operasyona serbazî ya li deverê jî berdewam e.

Wezarete Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku di navçeya çiyayî ya qezaya Licê ser bi parêzgeha Amedê şer di navbera leşkerên Tirkiyê û gerîlayên PKKê de derketiye û di encamp de leşkerek hatiye kuştin û 2 lleşker jî birîndar bûne.

Li navçeya Licê operasyonên artêşa Tirkiyê berdewam in.

Li gor Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, li navçeya çiyayî ya Licê şer û pevçûn di navbera leşker û gerîlayên PKKê de derketiye û 3 leşker birîndar bûne, lê ji ber birîna yekî ji wan giran bûye li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin