Li Amedê jinek di mala xwe de mirî hat dîtin

Li navçeya Yenîşehîrê ya Ameda Bakurê Kurdistanê, jineke bi navê Gulista Can di mala xwe de mirî hat dîtin.

Gulista Can ku li navçeya Yenîşehirê bi tenê di malekê de dijîya, mirî hat dîtin.

Li gor agahîyên hatine belavkirin, hevalên Gulistan Can, piştî 2 rojan dema ji wê ti deng nayê bihîstin, hêzên asayişê ji rewşê agahdar dikin.

Hêzên asayişê dema dikevin hundirê mala Gulistan Can, di hemamê de cenazeyê wê dibînin.

Hat zanîn ku bi Gulistan Can re nexweşîya tepekê heye û ew berê du rojan ji ber sedemeke hêj nedîyar mirîye.

Alîyên peywendîdar li cihê bûyerê dest bi lêkolîneke berfireh kirine.

Cenazeyê Gulistan Can ji bo otopsîyê bo Nexweşxaneya Dewletê Selahaddîn Eyubîyê bo beşa morgê hat veguhestin.

 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê