Li Amedê jina bi birîndarî hat dîtin canê xwe ji dest da

Li navçeya Rezan ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê jinek li mala xwe hat dîtin ku bi çekê hatibû birîndarkirin, lê ligel hemû hewldanên tîmên tendirûstîyê jina bi navê Mucella Demîr a 34 salî canê xwe ji dest da.

Bûyer, li kolana 946emîn ser Cadeya Nûkhet Coşkun a Taxa Yunus Emre ya Bajarokê Rezan qewimî. Li gol agahîyên hatine belavkirin, dema dengê çekê ji mala Mucella Demir derdikeve, welatîyên derdorê tîmên tendirûstî û polîsan agahdar dikin.

Dema polîs digihin cihê bûyerê dibînin ku Mucella bi çekê hatîye birîndarkirin. Tîmên tendirûstîyê jina birîndar bi ambûlansê vediguhêzin nexweşxaneyê. Lê ligel hemû hewldanên pizîşkan, Mucella canê xwe ji dest dide. Hatîye ragihandin ku lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam e.

Li Tirkîye û Bakurê Kurdistanê di van demên dawî de mijara kuştina jinan ji rojeva Tirkîyê dernakeve. 

Berî çend rojan Pinar Gultekin a ji Bedlîsa Bakurê Kurdistanê li bajarê Mugla yê Tirkîyê ji alîyê kesekî ve hat kuştin û doh cenazeyê wê li Xîzanê hat veşartin.

 

 

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê