Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin

Li Amedê, Încîleke ku beriya 1200 salan hatiye nivîsandin hat dîtin.

Parêzgariya Diyarbekirê da xuyakirin, li navçeya Peyasê, sê kesên xwestin pirtûka pîroz a Mesîhiyan ya beriya 1200 bifiroşin hatin binçavkirin.

Li gor agahiyan, Încîl li ser çermê hatiye nivîsandin û nexşên zêrîn yên olî li ser hene.

Încîl bi giştî ji 17 pel, 34 rûpelan pêk tê.

Herwiha hat gotin hêzên emnî, hîn kirine ku 3 kesên ku dixwazin vê Încîla kevnar a li ser çermê bi nexşên zêrîn nexişandî, dixwestin bifroşin hatine desteserkirin. Girêdayî bûyerê, 6 kes hatine binçavkirin.

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")
Li Qamişloyê 'Bexçeya Xwendinê' hat vekirin