Li Amedê dengê teqînê!

Li Xaçerêya Dunyayê ya Navçeya Peyasa Amedê dengê teqîneke dijwar bû sedema tirs û xofê.

Li Taxa Dîclekentê li Xaçerêya Dunyayê di kamyonek de ji nişka dengê teqîneke dijwar hat.

 

Dengê teqînê li taxên Dîclekent û Medyayê hate bihîstin û bû sedema tirs û xofeke mezin.

 

Şêniyên derdorê pêşî gotin, qey kamyonek bombebarkirî hatiye teqandin. Li gorî îdiayan, paşê derkete holê ku birayek ji ber pirsgirêkên malbatî teqemeniyek ku bi benzînê re hatiye bihêzkirin, xistiye kamyoneta kekê xwe û ev teqemenî teqiyaye. 

 

Di bûyerê de tu ziyanên canî pêk nehat. Piştî teqînê tîmên polîsan hatin cihê bûyerê û çar aliyê kamyoneta ku lê teqîn çêbû bi şerîda ewlehiyê alandin.

 

Polîsan ew kesê ku teqemenî xistiye kamyona kekê xwe binçavkirin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin