Li Amedê 9 jinên ducanî ku vaksîn wernegirtine canê xwe ji dest dane

.

Hat ragihandin ku li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di du mehên dawî de 9 jinên ducanî yên derziya Coronayê li xwe nedabûn canê xwe ji dest dane.

Endamê Konseya Navendî ya Yekîtiya Pizîşkên Tirk (TTB) Halîs Yerlîkaya ragihand ku bandora vîrûsê li ser jinên ducanî yên derziya Coronayê li xwe nedane girantir dibe.

Halîs Yerlîkaya got “Em rûbirûyê bandorên nexweşiyê yên metirsîdar bûne. Mixabin li bajarê me jî hat tespîtkirin. Di navbera 2ê Temûz û 1ê Îlonê de 9 jinên ducanî yên temenê wan di navbera 26 û 35an de canê xwe ji dest dan. Ji ber wê jî vaksîn ji bo ducaniya jî can e û em dibêjin dê wan rizgar bike.”

Yerlîkaya dibêje “Dema em li xebatên derveyî welêt dinêrin %99ê nexweşên ducanî yên Coronayê ku serî li nexweşxaneyan dane ew in ku vaksîn wernegirtine. Pêwîst e kesên ducanî bê metirsî derziya Coronayê li xwe bidin. Em teqez pêşniyaz dikin bila kesên ducanî derziyê li xwe bidin.”

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê