Li Amedê 59 kes hatin desteserkirin

.

 Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê îro li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 59 kes bi tometên pêkanîna çalakiyan û propagandaya bo PKKê desteser kirin.

Li gor ajansa fermî ya Tirkiyê, Serdozgeriya Komarî ya Amedê bi tohmeta “encamdana çalakiyan bo PKKê” û “propagandaya bo PKKê” li ser torên civakî, biryara desteserkirina 88 kesan derxist.

Ji bo desteserkirina wan kesan, îro înê 13ê Tebaxa 2021an, Tîmên Rêveberiya Şaxa Dijî-Terorê ya Rêveberiya Asayişa Amedê operasyonek destpê kirin û bi ser 104 mal û navnîşanan de girtin.

Hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li wan cihan lêgerîn û pişkinîn kirine û li gor medyaya fermî ya hikûmetê, heta niha 59 kes ji wan 88 kesan hatine desteserkirin.

Li gor zanyariyan, hewldanên bo desteserkirina 29 kesên din jî berdewam in.

Herwiha îro li parêzgeha Edeneyê jî bi heman tometên girêdayî PKKê, biryara desteserkirina 29 kesan hatiye dan û di operasyona hêzên ewlekariyê de 26 kes ji wan 29 kesan hatin desteserkirin.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin