Li Amedê 5 kesan bi Koroyanê jîyana xwe ji dest dan

Yekîtîya Pizîşkên Tirk, derbarê vîrusa Koronayê de amarên çend parêzgehên Tirkîye û Bakurê Kurdistanê belav kirin. Li gor amarên wê yekîtîyê, li bajarê Amedê 5 kesan bi sedema COVID-19 jîyana xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan - Yekîtîya Pizîşkên Tirk şeva bihorî li ser hesabê xwe yê Twitterê amarên bajarên Stenbol, Izmîr û Adana yên Tirkîyê û Amed û Riha yên Bakurê Kurdistanê belav kirin.

Yekîtîya Pizîşkên Tirkîyê dibêje, ligel ku daxwaz kirine lê Wezareta Tendirûstî ya Tirkîyê red kirîye ku amarên Koronayê li Tirkîyê li gor parêzgeh û navçeyan eşkere bike.

Li gor amarên ku wê yekîtîyê belav kirîye, li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê 5 kesan bi sedema vîrusa COVID-19 jîyana xwe ji dest dane.

Herwiha hatîye ragihandin, ku li Amedê heta niha 150 kes bi bi gumana ku bi vîrûsa Coronayê ketine li nexweşxaneyên dewletê hatine razandin, ku 6 kes di beşa çavdêrîya hûr de ne û rewşa wan xirab e.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin