Li Amedê 2 rêvebirên HDPyî hatin binçavkirin

Parlamenterê berê yê HDPê Edîp Berk û endama Encûmena HDPê Gulşen Ozer hatin binçavkirin.

Polîsê Tirkiyê îro li Diyarbekirê li hember rêveberên HDPê operasyon pêk anîn û êrîş birin ser malên Parlamenterê berê yê HDPê Edîp Berk û Rêvebera HDPê Gulşen Ozer. 

Piştre herdu rêveberên HDPê ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Li gorî agahiyan Berk û Ozer birine Rêvebiriya Ewlehiya Diyarbekirê.

Hat ragehandin, derbarê Edîp Berk û Gulşen Ozer de ji ber axaftinên di Newroza 2018'ê de doz hatiye vekirin û dozgerê Diyarbekirê biryara binçavkirina wan daye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin