Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin

.

Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê Hevseroka Şaredariya Sûrê ya berê Filiz Buluttekin û rêveberên  Komeleya Jinan a Ros jî di nav de 14 jin hatin desteserkirin.

Îro serê sibehê 16ê Adara 2022ê hêzên ewlekariyê yên Tirkiye li bajarê Amedê bi ser gelek malan de girtin û 14 kes desteser kirin.

Di çarçoveya lêpirsînekê de ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye despêkirin û biryara desteserkirina 24 jinan hatiye dayîn, hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li bajêr operasyonek kirin û Hevseroka Şaredariya Sûrê ya berê Filiz Buluttekin û rêveberên  Komeleya Jinan a Rosa jî di nav de 14 jin desteser kirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, heta 24 demjimêran mafê wan jinên hatine desteserkirin nîne ku parêzerên xwe bibînin. Tê çaverê kirin ku hêjmara kesên bên desteserkirin zêdetir jî bibe. Hatiye ragihandin ku ew jinên hatine desteserkirin bo Rêveberiya Ewlekariyê ya Amedê hatine veguhestin.

JIN Haberleri

Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê
Li Mêrdînê 2 jin ji aliyê kesekî ve hatin kuştin