Li Amed û hin bajarên din 90 kes hatin binçavkirin

Hate ragihandin ku ji doh 3yê şevê heta îro, li dijî gelek rojnamevan û siyasetmedaran operasyoneke berfireh dane destpêkirin û 80ê ji wan li Amedê, herî kêm 90 kes hatine binçavkirin.

Hate ragihandin ku ji doh 3yê şevê heta îro, li dijî gelek rojnamevan û siyasetmedaran operasyoneke berfireh dane destpêkirin.

Di çerçoveya vê operasyonê de, 80ê ji wan ji Amedê, herî kêm 90 kes hatin binçavkirin.

Li Amedê Hevserokê HDPê yê Amedê Mehmet Şerîf Camci, rojnamevan Abdurrahman Gok, Kîbariye Evren û Semîha Alankul jî di nav de 80 hatine girtin.

Herwiha hate gotin polîsan bi çekên lûlederêj bi ser mala Abdurrahman Gok de girtine û Gok û hevalên wî yên li malê li erdê dirêj kirine û li malê lêgerîn kirine û dest danîne gelek pirtûk, kovar û amûrên Gokî. Hat hînbûn ku kesên hatin binçavkirin birin Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê.

Abdurrahman Gök ew rojnamevan e ku di dema berxwedana Kobanê de ketibû wî bajarî û qêrîna Kobanê gihandibû dinyayê û xelat wergirtibû û herwiha dîmenên dema kuştina Kemal Kurkutî ku sala par di newrozê de ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin girtibû û nehiştibû ev bûyer nepenî bimîne.

Li aliyekî din Rojnameger Semîha Alankuş jî li Stenbolê hat girtin. 

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, ku li Amedê 80, li Stenbol 3, li Wanê 2, li Şirnex 1, li Batmanê 1 û li Mêrsînê jî 1 kes bi awayekî giştî li 8 bajaran 90 kes hatine desteserkirin.

 

Operasyonên îro yên hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê li ser biryara Dozgeriya Giştî ya Komarî ya Enqerê û di çarçoveya lêkolînên bo dosyeya PKK/KCKê de hatine encamdan.

 

Herwiha hate ragihandin di operasyona danê vê sibehê de polîsan li ser mala Dayikên Aştiyê de jî girtine, li mala dayika Hawa Kiran de lêgerîn pêk anîne û her wiha dayika Songul Tamrîş ji hatiye binçavkirin.

  

Li gor zanyariyan Hevserokê HDPê yê Liqa Amedê, Şerîf Camcî jî di operasyona li Amedê de hatiye girtin û bo Rêveberiya Asayişa Amedê hatiye veguhastin û di beşa rûbirûbûna terorê de lêpirsîn pê re te kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin