Li Almanyayê malbateke Êzidî rastî êrîşeke nijatperest hatin

Hat ragihandin erebekî ji Sûriyê, bi kêrê êrîş bire ser malbateke kurd a Êzidî ku cinarê wan bûye çima ku kurd in.

Li Almanyayê erebekî, bi kêrê êrişî malbateke kurd dike û li zilam û jineke kurd dixe û wan herduyan birîndar dike.

 

Bûyer doh Şemî 6ê Çileya 2018an li gundekî ser bi bajarê Bilferd ê Almanyayê çêbûye. Bi gotina endamekî wê malbata kurd, kesê ku êrişî malbata wan kiriye, kesekî ereb e û xelkê Sûriyê ye.

 

Kesên ku rastî êrişê hatine, Selman Ehmed Îsmaîl û hevjîma wî Hediye Osman in û pênc zarokên wan hene. Ew malbat ji Kurdên Êzidî ne û çendîn sal e ku weke penbar li Almanyayê dijî.

 

Endamên malbata kurd dibêjin, wî kesî pêşî gef li wan xwariye û vê carê bi êrişkirinê gefa xwe aniye cih.

 

Selman Ehmed zilamê wê malbata kurd e û heyama çend salan dibe ku li gundekî Almanyayê dijî. Selman Ehmed ji Rûdawê re behsa bûyerê dike û dibêje: Erebekî Sûrî bi navê Ebdullah êriş kire ser min û hevjîna min û bi kêrê li min xist û piştre bi boksan êrişî ser hevjîna min kir û em her du birîndar kirin.

 

Wî welatiyê kurdê Êzidî herwiha derbarê sedemên bûyerê de got: Kesê ku êrişî ser me kir, cîranê me ye û çend carên din jî gef li me xwaribû, vê carê ku êrişî me kir û em birîndar kirin, ti sedemek nîne, tenê kerbê wî li me vedive û ji wî re nexweş e ku em Kurd in.

 

Xizmekî wê malbata Kurdên Êzidî ku navê xwe aşkere nekir, ji Rûdawê re diyar kir, ew ji bajarekê din ve û bo serdanê hatine mala wî xizmê xwe, ku ev bûyer çêbû û polîsan jî ew kes desteser kiriye, ku êrişî ser malbatê kir.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin