Li Almanya di kargeheke kîmyayî de teqîneke mezin çûbû: Mirî û birîndar hene

.

Li bajarê Leverkusen ê Almanyayê di kargeha kompaniya Bayer a kîmyayî de, teqîneke mezin çêbû û asmanê bajarê bi dukelê hat girtin.

Li gorî ragihandina Der Spiegel a Almanî, di encama teqînê de 2 kes bi giranî birîndar bûne 5 kes jî winda ne.

Rayedarên herêma teqîn lê çêbûye, ji ber metirsiya madeyên kîmyayî daxwaz ji xelkê kirine di malên xwe de bimînin û derî û pencereyên malên xwe jî bigirin.

Derbarê sedema teqînê de hîn ti agahî nehatine belavkirin û xebatên bo kontrolkirina şewatê berdewam dikin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye