Li Agiriyê erd hejiya!

Li Patnosa navçeya Agiriyê li gor pîvanga Rihcterê bi pileya 4.2an erdhejek pêk hat. Rewangeha Kandilliyê mezinahiya erdhejê wek 4.4an diyar kir.

Îro di saet dora 11.03an de li Patnosa navçeya Agiriyê, bi pileya 4.2an erdhej pêk hat.

Hat ragihandin ku erdhej li 10 km kûrahiya erdê qewimiye.

Digel ku ti ziyanên canî û madî pêk neaniye, erdhej, bûye sedema tirseke mezin li xelkê navçeyê.

Herwiha hat gotin, li gundê Avtine yê ser bi Patnosê ve ji ber erdhejê dîwarê dipistanekê rûxiyaye û li tevahiya dibistanan hatine valakirin û betlane hatiye ragihandin.

 

 

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin