Li Agiriyê di şerê malbatan de 3 kes hatin kuştin

.

Li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê li ser pirsgirêka erd û zeviyan 3 kes hatin kuştin û 12ê din jî birîndar bûn.

Bûyer şeva borî li gundê Qanicî yê ser bi bajarokê Patnosa Agiriyê qewimî.

Li gor agahiyan, li ser erd û zeviyan destpêkê nîqaş di navbera du malbatan de çêdibe û piştre dibe şerê bi çekan.

Hat ragihandin, li cihê bûyerê 2 kes hatin kuştin û li nexweşxaneyê jî birîndarekê canê xwe ji dest da. Di şer de bi giştî 3 kes hatin kuştin û 12 din jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, 3 birîndar ku li nexweşxaneya Patnosê hatine razandin, rewşa wan a tendirûstî nebaş e.

Hêzên ewlekariyê jî li gundê Qanicî belav bûne û tedbîrên tund wergirtine û derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn