Li Agirî polîsek hat kuştin

.

 Li Taxa Hurriyetê ya parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistan demjimêr derdora 22:00an li pansiyonekê polîsek jin ji aliyê hevkarê xwe ve hat kuştin.

Li gor îdîayan ji ber sedemek nayê zanîn di navbera polîsa bi navê E.Ç û polîsê din M.D de nîqaş çêbûye û di encama teqekirina polîsê bi navê M.D de polîsa jin li cihê bûyerê canê xwe ji dest daye.

Li ser agahdarkirinê polîs û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, termê E.Ç ji bo otopsiyê bo Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya bajarê Agiriyê hatiye veguhestin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê