Li Afganîstanê helîkopterek ket û 9 leşkeran jiyana xwe ji dest dan

.

 Li parêzgeha Maydan Vardak a Afganîstanê helîkoptera leşkerî ya cureya Mi-17 ket xwarê û 4 karmendên helîkopterê û 5 leşkerên din ên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan.

Wezareta berevaniya Afganîstanê ragehand, li navçeya Behsud a ser bi parêzgeha Maydan Vardakê helîkoptera leşkerî ya cureya Mi-17 a hêzên esmanî ya Afganîstanê ketiye xwarê.

Herwaha hat ragehandin di bûyerê de 4 karmendên helîkopterê û 5 karmendên ewlehiyê jiyana xwe ji dest dane û ji ber pêkhatina wê bûyerê lêpirsîn destpê kiriye.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye