Li Afganîstanê êrîşeke xwekujî

Li paytexta Afganîstanê Kabîlê li dijî komeke aliman êrîşeke xwekujî çêbû. Di encama vê êrîşê de 8 kes hatin kuştin, herî kêm 9 kes jî birîndar bûn.

Li paytexta Afganîstanê Kabîlê Konseya Aliman li dijî terorê ji bo aştiyê civînek li dar xistin. Di dema civînê de êrîşkarekî xwekuj bombeyên li ser xwe teqandin. Di encama êrîşê de 8 kes hatin kuştin. Erkdarên Hikûmetê gotin ku em ditirsin ku hijmara kuştiyan zêdetir bibe.

Li gorî agahiyan, Komîsyona Aliman berî vê civînê, fetwayek dabûn ku di dînê îslamê de xwekuştin heram e.

Rojhilta Navîn Haberleri

Sûriye û Urdin hişyariyê didin Iraqê
Serokwezîrê Iraqê gefên destberdana ji kar dike
SpaceXê ji bo Starlinkê serî li Hikûmeta Herêma Kurdistanê da
Amerîka: Tengava Hurmizê vekirî ye û Îran wê kontrol nake
Îraq, Sûriye û Amerîka li hemberî Tengava Hurmizê dê peymana xeta boriyê ya nû îmze bikin