Li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê ji ber berfê perwerde rawesta

Ji ber rewşa hewayê li 7 bajarên Bakurê Kurdistanê dibistan bûn behnvedan.

Li bajarên Xarpêt, Agirî, Bedlîs, Çewlîg, Wan, Erzirom û Meletî ji ber barîna berfa zêde dibistan hatin girtin û perwerde nehat kirin.

 

Li Xarpêtê ji ber şert û mercên hewayê rêya 138 gundan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

 

Rêya 12 gundên li ser navendê, 10 gundên Baskîlê, 3 gundên Aricakê, 3 gundên Madenê, 20 gundên Qereqoçanê, 15 gundên Kebanê, 10 gundên Kovancilarê, 15 gundên Paloyê, 50 gundên Sîvrîceyê ji ber berfê hat girtin.

 

 

Li gor agahiyên li bajarê Çêwlikê, ji ber berf û bagerê rêya 281 gundan ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin