Li 59 welatan zêdetirî 600 rojnamevan ji koronayê mirin

.

 Dezgeha Press Emblem Campaign (PEC) ku navenda wê li Cenevreyê ye, ragihand ku ji Adara 2020an heta niha ji 59 welatan zêdetirî 600 rojnamevan ji ber nexweşiya vîrusa koronayê can dane.

Li gorî rapora PECê li Asyayê, 145, li parzemîna Ewropayê 94, li Amerîkaya Bakur 32 û li Afrîkayê 28 rojnamevan ji ber koronayê mirine ku bi tevahî 602 rojnamevan ji Covid-19 can dane.

Di asta dewletan de jî li Peru 93, li Brezilya 55, li Hîndistan 53, li Meksîka 45, li Ekvadorê 42, li Îtalya 37, li Amerîka 31, li Pakistanê 22, li Tirkiye 17, li Bangladeşê 41, li Brîtanyayê 13, li Panama 11, li Bolivzya 9, li Afganistan 8, li Komara Domînîk 8, li Nijerya 8 û li Rusya 8 jî rojnamevanan ji nexweşiya Covid-19 jiyana xwe ji dest daye.

Herwiha di raporê de hatiye diyarkirin ku ji ber hin welatan hejmara mirinan rapor nekiriye û testên korona nehatine kirin dibe ku hejmar gelekî zêdetir be.

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da