Leşkerên Tirk ciwanekî Kobanî yê 17 salî kuşt

Civanek bi navê Bozan Hecî ku 17 salî ye jîyana xwe ji dest da û 43 kes jî birîndar bûn

Dewleta Tirk li ser sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê dîwareke bilind a betonî ava dike. Ev diwar roj bi roj bilindtir dibe. Li hember vê dîwarê Kobanî nerazîbûna xwe nîşan didin û herroj nobetê digrin. Xelkê Kobanî îro bi xwepeşandineka nerazîbûna xwe carek din nîşan dan.

Leşkerên Tirk teqe li xwepêşanderan kirin û di encamê de civanek bi navê  Bozan Hecî ku 17 salî ye jîyana xwe ji dest da û 43 kes jî birîndar bûn ku di nav wan du ciwan bîrina wan giran in û navê yekî Bekrî Nesan e û yê din jî Mehemed Aldo ye.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin