Leşkerekî Tirkiyê li Efrînê hat kuştin

.

Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê di encama êrişeke bi rokêtan de leşkerekî artêşa Tirkiyê hat kuştin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, serbazekî artêşê di encama “êrişeke bi rokêtan” de li navçeya “Operasyona Çiqlê Zeytûnê” jiyana xwe ji dest daye.

Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, êriş duh Pêncçemê ji aliyê “komên terorîst” ve hatiye pêkanîn, lê navê ti aliyekî nehatiye xuyakirin.

Di êrişê de leşkerekî Tirkiyê jî birîndar bûye.

Tirkiyê di 20 Çileya 2018an de Operasyona Çiqlê Zeytûnê da destpêkirin û êrişî herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê kir û piştî şerekî dijwar di 24ê Adarê de kontrolkirina herêmê ragihand.

Beriya êrişa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê, Efrîn di kontrola hêzên Kurdî de bû û xwediyê rêveberiya xwe ya xweser bû ku ser bi Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê bû.

Ji Herêma Efrînê tenê 12 gundên ser bi bajarokê Şêrawa di kontrola hêzên Kurdî de mane.

Piştî ku Efrîn ji aliyê Tirkiyê û komên çekdar ve hat dagîrkirin, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ragihandin, ew dê bi “taktîkekî nû” û “şerê partîzanî” berdewamiyê bidin “berxwedana Efrînê”.

Piştre Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) hat avakirin ku heta niha gelek êriş li dijî hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên li Efrînê encam dane.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn