Leşkerekî amedî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da

.

Hat angaşt kirin ku ciwanê bi navê Îbrahîm Meşe yê li Dîlokê leşkeriya bi zorê dikir, li qulûbeya nobetê Întihar kiriye.  

Hat îdîa kirin ku ciwanê bi navê Îbrahîm Meşe (20) yê li Girtîgeha Tîpa E ya Dîlokê leşkeriya bi zorê dikir, di 21’ê çileyê de li qulûbeya nobetê întihar kiriye.  Cenazeyê Meşe, li mezraya Amman a gundê Oyali yê navçeya Gêlê ya Amedê hat veşartin. Hat hînbûn ku ketin û têketina mezraya Ammanê ji aliyê leşkeran ve ji çûn û hatinê re hatiye girtin û agahî girtina derbarê Meşe de tê astengkirin.
 
Hat gotin ku Meşe piştî ku bi malbata xwe re bi telefonê axiviye întihar kiriye.

 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye