Lêkolînvana HRWê: Tirkiye hiqûqa navdewletî binpê dike  

.

Lêkolînvana HRWê Sara Keyalî dibêje, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve, ji bajarên Rojavayê Kurdistanê yên di destê wan hêzan de, xelkê bi tometa “endamtiya YPGê” bi awayekî neyasayî vediguhêzin Tirkiyê û dibêje, “Tirkiye hiqûqa navneteweyî û erkên xwe yên wekî hêzeke dagirker binpê dike.”

Li gorî raporta ku HRW roja Çarşemê, 03.02.2021, belav kir ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wî welatî ve, bi tometa “hebûna peywendiya wan bi Yekîneyên Parastina Gel (YPG) re” herî kêm 63 Kurd û Ereb bi awayekî neyasayî veguhastine Tirkiyê û li gor yasayên wî welatî dadgehî dike û metirsî heye ku bi zindanîkirina heta hetayê bên cezakirin.

Lêkolînvana Sûrî ya ji Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) Sara Keyalî derbarê mijarê de ji Rûdawê re ragihand, “Me 60 bûyer tomar kirine, lêbelê li gorî raportên rêxistinên din em texmîn dikin ku derdora 200 kes hatine girtin û bo Tirkiyê hatine veguhestin û ew prose heya niha berdewam dike.”

Keyalî dibêje “Bûyerên ku me tomar kirine li Serê Kaniyê û li derdora wê bûne” û tekez dike, heta niha nîşanek tune ye ku ev kiryarên ji aliyê Tirkiye û grûpên çekdar ve tên encamdan, rawestiya bin û amaje bi wê jî dike, ew kiryar li deverên din ên Rojava hene ku Tirkiyê dest daniye ser.

Sara Keyalî dibêje, “Veguhastina Sûriyan ji deverên dagirkirî yên Tirkiyê binpêkirina peymana çaremîn a Cinevê ye ku têkildarî dagirkirinê ye. Tirkiye hiqûqa navneteweyî û erkên xwe yên wekî hêzeke dagirker binpê dike.”

Lêkolînvana HRWê dibêje, “Rêyeke din heye ku bê çareserkirin, ji ber ku Tirkiye aliyekî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ye, eger heye ku Tirkiye bi rêya vê dadgehê ji wek berpirsiyarê van veguhastinan bê dîtin.”

Di raporta HRWê de hatibû tekezkirin, grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve, ji bo ku wan kesan vegerînin bi kesûkarên wan re peywendî pêk tînin û daxwaza pere ji wan dikin.

Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan tekez jî dike, hemû ew tometên ku arasteyî wan her 63 kesên desteserkirî hatine kirin, li ser bingeha endamtî yan peywendiya bi YPGê hatine danîn û li gor malbatên kesên desteserkirî, beşek ji wan tenê karê îdarî li jêr desthilata Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) hebû, bêyî ku peywendî bi YPGê hebe.

Kurdistan Haberleri

Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Hewlêrê hat kirin
Almanya - Civaka Kurd li dijî xîlafetê mîtîngekê li dar dixe
Iraqê paşde gav avêt: Karûbarên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin rawestandin
Di 5 salan de 10 hezar û 533 karker mirine
VÎDEO; Şandeya Herêma Kurdistanê li Amedê seredana hin partîyên Kurd kir