Lêkolînerê Îtalî li ser wesiyetê li Agiriyê hat definkirin

.

Lêkolînerê Îtalî Angelo Palego yê 86 salî ku 35 sal e derbarê Keştiya Nûh da lêkolîn dikir, piştî ku nexweş ket bo nexweşxaneya Erziromê hate veguhestin û li wir cane xwe ji dest da. Li ser wesiyeta Palego li Agiriyê bi axê hat spartin.

Lêkolînerê Îtalî Angelo Palego li ser wesiyeta wî li goristana bintarê Çiyayê Agirî ya Bakurê Kurdistanê hat definkirin.

Angelo Palego ji sala 1986an heta niha li navçeya Bazîdê ser bi parêzgeha Agirî û li qûntara Çiyayê Agiriyê derbarî Keştiya Nûhê lêkolîn dikir. Palego beriya 6 mehan ji ber rewşa tendirustiya wî  giran bû û bo Nexweşxaneya Bajêr ya Erziromê hate veguhestin û 15ê Tebaxa 2021ê cane xwe ji dest da.

Murat Şahînê karê geştiyariyê dike piştî ku malbatê wekalet daye, cinazeyê Palego ji morga nexweşxaneyê wergirtiye û anîne Bazîdê. Şahîn dibêje malbatê bi rêya konsolxaneya Stenbolê ya Îtalyayê wekalet daye wî.

Murat Şahin ê ku karê geştiyariyê dike got "Angelo Palego wesiyet kiriye ku 'Gava bimire wî li qûntara Çiyayê Agiriyê defin bikin' malbata wî xwe gihand me û bi rêya konsolxaneyê wekalet da min. Bi wekaletê min termê wî wergirt û li goristana li qûntara Çiyayê Agiriyê defin kir.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye