Lêkolîna li ser dosyeya canjidestdana Xezal Mewlanê bi dawî bû.
Endamekî Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê diyar kir ku li gorî dîmenên kamerayan 15 xulekan rêgirî li wergirtina Xezalê hatiye kirin.
Ew bi birîndarî hatiye rawestandin heta ku canê xwe ji dest daye.
Di dosyeyê de 5 kes wekî tometbar sewqî dadgehê hatine kirin.
"Komîteyek hat avakirin"
Endamê Serkirdayetiya Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê Emced Husên Penahî ji Rûdawê re axivî û li ser rûdanê ev agahî dan:
"Di dosyeya Xezal Mewlanê de 5 kes tometbar in. Piştî ku dozgerê giştî dosye bilind kir, komîteyek ji bo şopandinê hat avakirin.
Li gorî lêkolîna komîteyê û dîmenên kamerayan derketiye holê ku wan Xezal 15 xulekan rawestandiye û ew wernegirtiye heta ku canê xwe ji dest daye."
Dosye li dadgehê ye
Wî endamê serkirdayetiyê destnîşan kir ku dosye niha li cem parêzeran e û rêyên yasayî dest pê kiriye û got:
"Her 5 kes sewqî dadgehê hatine kirin û wekaletname daye parêzeran da ku dosyeyê li dadgehê zelal bikin. Em niha li bendê ne ku dadgeh roj û dema rûniştinê diyar bike."
"Ev yek demeke zêrîn bû"
Parêzerê Rawêjkar Eta Osman jî ji Rûdawê re ragihand ku lêkolînan rastî derxistiye holê.
Li gorî gotina wî, Xezal Mewlan li Nexweşxaneya Bexşînê 15 xulekan li beşa çavdêriya hûr nehatiye wergirtin û bi birîndarî hatiye hiştin.
Eta Osman wiha behsa wê demê kir, “Ev yek demeke zêrîn bû ji bo dermankirinê.
Divabû nexweşxaneyê jiyana kesa birîndar bixista pêşiya rêbazên îdarî. Pêşî jiyana wê li ber çavan bigirta û piştre rêbazên yasayî bikira."
Xezal Mewlan kî bû?
Xezal Mewlana 18 salî xelkê Rojhilatê Kurdistanê bû.
Ew 14ê Nîsana îsal, di êrişeke bi dronan a Îranê ya li kampeke li navçeya Sûrdaşê ya parêzgeha Silêmaniyê de bi giranî birîndar bûbû.
Piştî ku ew veguhastin Silêmaniyê, li çend nexweşxaneyan nehat wergirtin.
Wê ji ber giraniya birîna xwe canê xwe ji dest da.
Bûyer rastî bertekên tund hatibû û Wezareta Tenduristiyê biryar dabû ku li ser dosyeyê lêkolînê bike.
Li hêla din, Rûdawê çend caran pêwendî bi Nexweşxaneya Bexşînê re danî lê wan bersiv neda.
Rûdaw