LÊKOLÎN | Di nav NATOyê de welatê bawerî pê nayê Tirkiye ye!

.

 Li gorî encamên lêkolîneke rapirsînê ya ji aliyê Fonda Marshall a Almanî û Weqfa Bertelsmann ve hatiye kirin, di nav endamên NATOyê de welatê herî zêde bawerî pê nayê Tirkiyê ye.

Dezgehên navborî di navbera rojên 29 Adar - 13 Nîsanê de, rapirsînek çêkirine ku welatên Kanada, Fransa, Almanya, Îtalya, Holanda, Polonya, Îspanya, Swêd, Tirkiye, Brîtanya û Amerîka jî di nav de 11 welat hatine nirxandin.

Di lêkolînê de pirsa, “Li gorî welatê we, bi baweriya we welatê hevpeyanê herî pêbawer kîjan e?” hatiye pirsîn.

Di bersivan de welatê herî zêde bawerî pê nayê Tirkiyê derketiye û rêjeya wê jî tenê ji sedî 23 ye. Welatê hevpeyman ê herî bawerî lê tê jî Kanada derketiye ku rêjeya wê ji sedî 76 e.

Herwiha di rapirsînê de di nav Tirkiyê de welatê herî bawerî pê nayê Amerîka derketiye.

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin